Talîbanê 2 kes li stadyûmê li pêş çavên mirovan înfaz kir

Rejîma Talîbanê 2 mêr ên ku ji cînayetê hatibûn mehkûmkirin li stadyûmeke futbolê ya li rojhilatê welêt înfaz kir. Înfazkirin li pêşiya çavê bi hezaran kesî hate kirin.

Li stadyûma li bajarê Gazniyê, bi hezaran kes ji bo temaşekirina li darvekirina du kesan li hev kom bûn.

Hêzên rejîma Talîbanê gule berdan pişta herdu kesên ji cînayetê hatibûn mehkûmkirin û ew qetil kirin.

Daîreya Çand û Enformasyonê ya Wîlayeta Gazniyê diyar kir ku înfaz li gorî 'qisas' a Îslamî hatiye kirin, lê belê têkildarî mehkûman û sûcên wan ti agahî neda.

Di navbera salên 1996 û 2001'ê de ku rejîma destpêkê ya Talîbanê serwer bû, înfaza li pêşiya gel zêde bû. Mehkûm li gorî sûcên ku pê dihatin sûcdarkirin bi çekê yan jî bi keviran dihatin kuştin.

Ji sala 2021'ê û vir ve du îdam hate pêkanîn ku herdu kes bi cînayetê dihatin sûcdarkirin.

Înfaza herî dawî meha Hezîranê li eyaleta Laghman a li rojhilat qewimî. Mêrekî bi kuştina pênc kesan hatibû mehkûmkirin li hewşa mizgeftenê li pêşiya 2 hezar kesî hate kuştin.