Talîban ji danûstandinê bi hikumetê re amade ye

Tevgera Talîbanê piştî berdana 400 girtiyên mayî ragihand ku ew amade ne bi hikumetê re danûstandinan bikin.

Ji berdevkên Tevgera Talîbanê ya Efgan Sûheyl Şaîn ji AFP'ê re axivî û got, "Helwesta me zelal e, eger girtî bên berdan, em ê amade bin ku piştî hefteyekê dest bi nîqaşa navbera Efganan bikin."

Şahîn diyar kir ku tûra destpêkê ya hevdîtinan wê li bajarê Doha yê Qatarê bê kirin.

Dawiya hefteyê meclîsa mezin (Loya Jîrga) ku bi hezaran rûspî û oldar endamên wê ne, daxwaza Talîbanê ya ji bo berdana 400 girtiyan pejirandibû.

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî diyar kir ku wê mohra xwe deyne binê biryarnameya ji bo berdana girtiyan.

Rayedarê hikumetê yê ji danûstandinan berpirsyar Abdullah Abdullah got, "Em li ber destpêkirina hevdîtinane."

Nûnerê taybet ê DYE'yê yê Efganistanê Zalmay Kahlîlzad diyar kir ku ew hêvî dikin rojên bê girtî bên berdan.