Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê rawestand

Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Tobîas Bîllstrom, eşkere kir ku Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê ji bo demekê, rawestandiye.

Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Tobîa Bîllstrom, li ser endamtiya NATO’yê ya Swêdê daxuyanî da. Tobîas da zanîn ku wan pêvajoya ji bo bibin endamê NATO’yê ji bo demekê rawestandiye û wiha axivî: “Piştî çalakiyên provokatîf em hewil didin hêrsa li hemberî Swêdê derbas bibe. Em 14’ê Gulanê ku wê li Tirkiyeyê hilbijartin bên kirin, ji nêz ve dişopînin. Armanca me ew e ku em tam bibin endam.”

Piştî destpêkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê, Swêd û Fînlandiyayê dev ji polîtîkayên negirtina tu aliyî berda û serî li NATO’yê da ku bibin endamên wê. Ji nav 30 welatan bi tenê Macaristan û Tirkiyeyê ji endamtiya wan a tifaqê re negot erê.