SpaceX: Tûrîstên destpêkê wê di dawiya sala 2018'an de biçin Heyvê

Şîrketa SpaceX a Amerîkî ragihand, wê di dawiya sala 2018'an de tûrîstêm destpêkê bişînin ser Heyvê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, bi du kesan re peymana destpêkê hatiye îmzekirin ku li gorî vê peymanê, ev her du kes wê di dawiya pêş de li dora Heyvê bifirin.

Şîrketê, der barê nasnameya tûrîstên destpêkê yên biçin ser Heyvê de ti agahî agahî neda. Hat ragihandin ku van kesan ji bo vê gera xwe, pereyekî zêde dane.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, kesên ji bo biçin ser Heyvê serî li şîrketê didin, tevî kontrola tenduristiyê her wiha kondîsyona wan a fîzîkî jî tê lêkolînkirin. Li gorî daxuyaniyê, wê kesên serlêdan kirine, antremana xwe ya destpêkê di nava vê salê de bikin. 

Şîrketa SpaceX diyar kir, ji bo çûyîna ser Heyvê hê bêhtir serlêdan hene û li bendê ne ku hejmara van serlêdanan zêdetir bibe.

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di çarçoveya mîsyona Apollo de çûyîna ser Heyvê qedand, ev ger wê ji sala 1970'ê û vir ve bibe gera destpêkê.