Slovenya wê têlên li ser sînorê xwe yê bi Hirvatistanê re rake

Serokwezîrê Lîberal Robert Golob anî ziman ku Slovenya dîwarê sînor ê dema krîza koçberiyê ya sala 2015’an daniye, rake.

Serokwezîrê Lîberal Robert Golob, bi daxuyaniya roja Çarşemiyê ya 15’ê Hezîranê da û got ku wê Slovenya dîwarê sînor ê dema krîza koçberiyê ya sala 2015’an daniye, rake.

Ev welatê piçûk ê endamê Yêkîtiya Ewropayê (EU) û herêma Schengenê ku rû bi rûyê zêdeyê nîv milyon koçberên ji welatê piçûk ê Alpê derbas kirine û xwe gihandine Îtalya ya jî Awistiryayê ye, hema bibêje bi qasê ji sisêyan yekê cîhanê; li cihekî bi 200 kîlometreyan têlên bi dirî danîne.

Golob di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Sînorê bi têlên bi dirî, bi kêrê girtina ber li yên dixwazin sînor derbas bikin nehat û wiha pê de çû: “Wek ku di kampanyaya dawîn a çêkirina zagonan de soz hat dayîn, heta bi dawiya meha Hezîranê wê têlên bi dirî bên rakirin.“

Serokwezîr da zanîn ku ji serê salê heta bi niha, derbaskirina ji sînor ne bi awayê fermî zêde bûye. Her wiha rêxistinên mafên mirovan û polîs hişyarî kir ku ji ber hebûna bariyeran gelek koçber ne bi awayê fermî ji bo çûyîna Slovenyayê didin ser rêyên xeternaktir.