Skandala Fîllon mezin dibe: Hevsera nazmetê rastgir ket ber lêpirsînê

Françoîs Fîllon, ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Fransayê favorî bû, bi îdîaya 'qezenca neheq' ket ber lêpirsînê. Hat ragihandin, wê li hevsera wî jî lêpirsîn bê vekirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dadgeriya Fransayê hatin bidesxistin, hevsera namzetê Komarparêzan (LR) Françoîs Fîllon Penelope Fîllon jî ketiye ber lêpirsînê. Parlamenterê berê Marc Joûlanûd jî, ku ragihandibû Penelope Fîllon weke asîstan dixebite, hefteya bihurî ketibû ber lêpirsînê.

Derketibû holê, ku hevsera Françoîs Fîllon weke şêwirmenda parlamenter hatiye nîşandan û bi vî rengî bi salan mûçe jê re hatiye dayîn. Derketibû holê, Marc Joûlaûd 'li ser kaxizê' nîşan da bû ku Penelope Fîllon dixebite.

Eşkere bûbû ku Françoîs Fîllon di salên 2000'î de, zarokên xwe yên ku hîn xwendekarê zanîngehê bûn, weke parêzer an jî şêwirmendê hiqûqî nîşan da bû û bi vî rengî ji fonên Meclîsa Neteweyî mûçe ji wan re hatibû dayîn.

Heta dawiya meha Çileyê, di encamên hemû anketan de Françoîs Fîllon ji tûra duyemîn re dima. Lê belê piştî eşkerebûna vê rewşa sosret, rêjeya dengê Fîllon di cih de ket. Rêjeya dengê Fîllon ku zêdeyî ji sedî 25 bû, ji meha Sibatê û pê ve daket ji sedî 17-19.

Fîllon, ku di 14'ê Adarê de ket ber lêpirsînê, soza xwe ya di vî warî de bi cih nanî û xwe ji namzetiyê venekişand. Fîllon gotibû, eger lêpirsîna edlî were vekirin, ew ê îstifa bike.