Sîsî wê serdana Parîsê bike, rojev Tirkî ye

Serokkomarê Fransayê Macron duşemê wê Serokê Misrê Sîsî qebûl bike. Macron û Sîsî têkilî Tirkiyê di serî de krîza Deryaya Spî wê li ser krîzên herêmî biaxivin.

Serokê Misrê Abdul Fettah El Sîsî Duşemê wê serdena Parîsê bike. Ji vê hevdîtinê tê armanckirin ku têkiliya du dewletan were geşkirin. Fransa Misrê weke 'hevkarê stratejîk' dibîne û aramiya Rojhilata Navîn 'girîng' dibîne.

Emmanuel Macron û Sîsî Duşemê li Qesra Elysêe wê li hev rûnini, di serî de li ser krîza Libya û têkilî Tirkiyê li ser krîza Deryaya Spî û krîzên herêmî biaxivin.

Sîsî dema serdanê wê bi Serokwezîrê Fransayê Jean-Yev Le Drîan re jî rûne. 

Macron 2019'an dema ku serdena Misrê kiribû mohra xwe li ser gelek peyman danîbû. Di serê van de projeya metroya Qahîreyê hebû.

Misir, nexasim piştî ku balafira şer 24Rafal standibû li qada çekdarbûnê ya Fransayê bûbû mişteriyekî girîng.