Sibê li Parîsê Êlek Zer dadikevin qadan

Li Fransayê Êlek Zer li dijî polîtîkayên anstî-sosyal ên hikûmetê wê sibê dakevin qadan. Hikûmet ketiye nava tevgerê û 90 hezar polîs erkdar kir. Li Parîsê jî maseyê krîzê hate avakirin.

Şemiya derbasbûyî li tevayî welat çalakiyên Êlek Zeran hatibûn lidarxistin û tê payîn ku sibê dîsan çalakî werin kirin. Êlek Zer amadekariyan dikin ku sibê dîsan dakevin kolanan.

Hikûmet jî li dijî çalakiyan li Parîzê 8 hezar polîs û li tevayî welat 89 hezar polîs û endamên ewlehiyê erkdar kir.

HIKÛMET DI NAVA KRÎZÊ DE YE

Tevî ku hikûmetê zam betal kir jî nerazîbûn kêm nebûn. Çalakiya Êlek Zeran hikûmet xist nava krîzan. Muxalefet jî benda pêngavên girîng e û li welat bangên hilbijartina giştî tê kirin. Li aliyê din Partiya France Insoûmîse û wekîlên Partiya Komunîst wê roja Duşemê li dijî hikûmetê pêşnûmeyêkê pêşkêş bike.

HIKÛMET STRATEJIYA KAOSÊ DIMEŞÎNE

Li gorî Êlek Zerên Azad Serokkomar Emmanûel Macran, “ji bo têkbirina vê raperîna civakî stratejîya kaosê’ dimeşîne.

DU SENDÎKAYAN GREV BETAL KIR

Sendîkayên karkeran ên Fransayê FO û CGT greva şifêrên qemyonan a Şemiyê jî betal kir. Sendikayan ragihand ku petron û hikûmetê daxwazên wan qebûl kirine.

LI PARÎSÊ MASEYÊ KRÎZÊ

Şaredariya Parîsê jî ragihand ku wê roja Şemiyê (Sibê) maseyê krîzê were danîn. Avahiyên şaredariyê weke tedbîr wê bên girtin. Li paytext jî lidarxisitna bazara nehan jî hate betal kirin. 158 stasyonên bîsîkletan yên girêdayî şaredariyê jî wê bên girtin.

Li Parîsê ji ber şer wê li gelek nuqteyan parkirina wesayîtan wê were qedexekirin, veguhestin wê bi sînor be û daxwaz ji xwediyên kargehan hate kirin ku deriyên cihê kar bigrin. Li bajar wê muze jî deriyên xwe bigrin.