Serxwebûnxwazê Korsîkayê di girtîgehê de hat kuştin

Serxwebûnxwaz Yvan Colonna ku ji sala 2003’an û vir ve bi sûcdariya ku di sala 1999’an de li herêma Korsîkayê waliyê Fransayê qetil kiribû di girtîgehê de bû, di encama êrîşa li girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.

Serxwebûnxwazê Korsîkayî Yvan Colonna yê 61 salî ku li bajarê Arlesê ji ber kuştina waliyê Korsîkayê Claûde Erîgnac di Sibata 1998'an de li bajarê Ajaccîo girtî bû, di girtîgehê de rastî êrîşa girtiyekî hat.

Li gorî çavkaniyên polîsan, Colonna ji aliyê girtiyekî ve ji ber sedemên ku heta niha nehatine zanîn li hewşa girtîgehê rastî êrîşê hatiye. Colonna rakirin nexweşxaneyê û li wir mir. Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî medyaya Fransî, êrîşkar kesek e ku bi tawanê îslamgerayî ya radîkal hatiye mehkûmkirin. Sedema êrîşê hêj nayê zanîn.

Serxwexwazê ​​Korsîkayî çar sal piştî kuştina walî ya sala 1998’an, di Tîrmeha 2003’an de hat girtin. Colonna sûcên li dijî xwe red kir. Di sala 2007'an de ji bo Colonna cezayê muebetê hat birîn, di sala 2009 û 2011'an de bi di heman çarçoveyê de bi giştî 3 caran cezayê muebetê lê hat birîn.

Colonna ku di zindana Arlesê de girtî bû, gelek caran daxwaza sewqkirina Korsîkayê kir, lê her carê hate redkirin.