Serokwezîrê Libnanê îstifaya xwe ragihand

Li Libnan a ev du heftene xwepêşandanên protestoyî lê geş in, Serokwezîr Saad Harîrî neçar ma ku îstifa bike.

Serokwezîr Harîrî di roja 13’an a xwepêşandanan de derket pêşberî kamereyan û diyar kir ku wê îstifa bike.

Harîrî piştî daxuyaniya kurt wê biçe gel Serokkomar Mîchel Aoûn û wê îstifaya xwe pêşkêşî hikûmetê bike.

Ev daxuyanî li cihên çalakiyan bi zindî hate temaşekirin. Serokwezîr ê diyar kir ku ketiye aloziyê û bang li Libnaniyan kir ku ‘welat ji şerê navxweyî biparêzin’.

Li Libnanê tevgera gel 13 roj in didome. Heta niha desthilatê ji bo pêkanîna daxwazan tiştek nekiriye.