Theresa May li pêşiya avahiya Serokwezaretiyê daxuyaniyek da rojnamevanan û bal kişand ser nêrînên cihê yên li ser pêvajoya Brexîtê. May got, "Yekane rêya pêkanîna îstiqrarê, ev hilbijartin e."
May helwesta partiyên din a li ser pêvajoya derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê rexne kir û got, "Eger em vê hilbijartina giştî niha nekin, wê lîstikên siyasî dewam bikin."
Serokwezîr Davîd Cameron piştî referandûma Brexîtê ya par îstifa kiribû û May li şûna wî dest bi wezîfeyê kiribû. May beriya niha timî digot, ku ew ê hilbijartina pêşwext neke.
May dabû xuyakirin, ku ew ê mîna hatiye plankirin, hilbijartinê di sala 2020'an de pêk bînin.