Serokwezîra Brîtanyayê mohra xwe danî binê serlêdana Brexîtê

Serokwezîr Theresa May duh êvarê mohra xwe danî binê serlêdana fermî ya ji bo derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît). Tê payin serlêdan îro radestî Brukselê bê kirin.

Di referandûma 23'ê Hezîrana 2016'an a Brexîtê de, biryar hatibû dayîn ku Brîtanya ji endametiya Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve. Serlêdana fermî ya ji bo derketina ji nava YE, wê îro were kirin. Serokwezîr Theresa May, duh mohra xwe danî binê belgeya li ser vê serledanê.

Li gorî xala 50. a Peymana Lîzbonê, ku weke Destûra Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê tê qebûlkirin, li dû serlêdanê wê danûstandin dest pê bikin û 2 salan bidomin. Tê texmînkirin, danûstandinên li ser bi hezaran sernavan, di dema hatiye diyarkirin de neqedin.