Serokkomarê Îranê çû Rûsyayê

Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan serdana paytexta Rûsya Moskowayê kirin.

Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê li Moskowayê li hev bicivin. Tê payin ku peymaneke hevkariya stratejîk a ji 20 salan a têkiliyên navbera herdu welatan bê mohrkirin.

Rayedarên Îranî diyar kir ku peymana di encama 20-30 hevdîtinan de hate kirin ji 47 xalan pêk tê.

Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Moskowayê Kazim Celalî anî ziman ku berevajî peymanên beriya niha, peymana vê carê bi rengekî hevsengî ji bo berjewendiyên herdu aliyane.

Ji transfera teknolojiyê heta bi ewlekariya sîberê, ji bikaranîna enerjiya nukleerê ya aştiyane heta bi têkoşîna li dijî terorê gelek mijar di peymanê de hene. Armanc ew e ku di mijarên pirsgirêka hawirdorê, bikaranîna Derya Xazarê, spîkirina pereyê reş û têkoşîna li dijî sûcên organîzeyî tevgereke hevpar bê kirin.

Herdu alî wê bernameyên perwerdeyê yên hevpar û projeyên parastinê jî bimeşînin.