Serokê DYE’yê Trûmp: Bexdadî hate kuştin

Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî li Bakurê Sûriyeyê di operasyonekê de hatiye kuştin.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp li Qesra Spî daxuyanî da û diyar kir ku ‘Ebûbekir El Bagdadî’ hatiye kuştin.

Trûmp diyar kir ku Bagdadî tevî alîkarên xwe hatiye kuştin.

Li gorî medyaya DYE’yê operasyona roja Yekşemê saet di 08.00’an de bi helîkopter û balefirên îstîxbaratê hatiye kirin.

Rayedarên Iraq û Îranê jî diyar kirin ku rayedarên Sûriyeyê piştrast kirine ku Bagdadî hatiye kuştin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê operasyon 2 saetan domiyaye û 9 kes mirine.

Trûmp spasî li Kurdan, Iraq, Sûriye, Rûsya û Tirkiyeyê kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî jî li ser twîtterê got ku “Vê operasyona serkeftî bi xebata hevpar a ligel DYE pêk hat.” Abdî got ku “Piştî îstîxbarateke 5 mehan, terorîst Ebûbekir Bagdadî hate kuştin.”

Ebûbekir El Bagdadî serokê DAÎŞ’ê bû û gelek qetlîam kiribû.