Serhengê Muxafizê Şoreşê li Tehranê hate kuştin

Serhengekî Muxafizên Şoreşê yên Îranê li rojhilatê paytext Tehranê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê, "parêzvanê tirbeyê" Seyyad Hudayî ji aliyê du kesên li ser motorsîkletê bûn, li kolana Mucahîdîn-e Îslam bi êrişeke çekdarî hate kuştin.

Pênaseya "parêzvanê tirbeyê" ji bo kesên ku li Sûriye û Iraqê ji bo Komara Îslamê ya Îranê dixebitin, tê bikaranîn.

Muxafizên Şoreşê piştre bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê hatiye kuştin 'serheng' e.

Muxafizên Şoreşê îdîa kir ku bûyer 'çalakiyeke terorîstî' ye ku ji aliyê 'kesên bi ser quretiya global ve ne' hatiye kirin. 'Quretiya global' ji bo DYE û hevalbendên wê tê bikaranîn.

Hate ragihandin ku Seyyad Hudayî roja Yekşemê saet di 16:00 de dema biçû mala xwe bi pênc fîşekên lê ket, hate kuştin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir ku wê 'tola' serhengê hatiye kuştin hilînin.