Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Bexdayê ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî şeş mehan serdana Iraqê kir û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo gelê Iraqê anî ser ziman.

Antonio Guterres şeva Sêşemê dema gihîşt Bexdayê got, "Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku hatim Bexdayê."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, "Ev yek serdaneke piştevaniyê ye. Piştevaniyeke bi saziyên demokratîk û gelê Iraqê re ye, piştevaniya ji bo xurtkirina saziyên welêt e."

Guterres her wiha baweriya xwe bi wê yekê anî ku "Iraqî bi diyalogeke berfireh dikarin zor û zehmetiyên li pêşiya xwe çareser bikin."

Guterres diayr kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên hikumetê yên ji bo vegera Iraqiyên koçberbûyî û ji bo Iraqê hêvî kir ku bi "Saziyên demokratîk ên xurtrkirî wê aştî û aramî bê."

Tê payin ku Guterres roja Çarşeme bi Serokwezîr Mûhammed Şîa El Sûdanî û nûnerên komên parastina mafên jin û ciwanan hevdîtinê bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê beriya ku biçe Hewlêrê wê serdana kampeke penaberan bike. Piştre jî wê li Hewlêrê bi nûnerên Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê re bicive.