Sedir îstîfaya parlementerên xwe xwest, Helbûsî erê kir

Di rewşa aloz ya ji ber avanebûna hikumeta nû ya Iraqê de vê carê tevehî parlementerên Tevgera Sedir nameya xwe pêşkêşî parlementoyê kirin, Serokê Parlementoyê Mihemed Helbûsî îstîfa erê kir.

Di saetên êvarê de Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir bi daxuyaniyek nivîskî daxwaz ji serokê koma Tevgera Sedir a Parlementoya Iraqê Hesen Ezarî kir ku nameya istifayê ya tevayî parlementerên Tevgera Sedir pêşkêşî serokê parlementoya Iraqê bike.

Di daxuyaniyê de Sedir sipasiya hevpeymanên xwe û namzetê xwe yê ji bo serokwezîrtiyê Cehfer Sedir dike ku girêdayî biryarên wî mane.

Her wiha Sedir diyar dike ku wî ev biryara îstîfakirina parlementerên xwe ji bo gel û nîştiman, her wiha rizgarbûna ji çarenûsa ne diyar a Iraqê daye.

NAMEYA ÎSTÎFAYA PARLEMENTERÊN TEVGERA SEDIR HAT ERÊKIRIN

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî nameyên îstifaya bi komî ya parlementerên Tevgera Sedir îmze kir. Bi vî awayî hemû parlementerên Tevgera Sedir ji parlementeriyê îstifa kirin.

Tevgera Sedir di hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê ya di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi qezenckirina 73 kursiyan, bû partiya yekem.

Ji wê demê ta niha Tevgera Sedir tevî hemû hewildanên xwe nekarî hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.