Sebatian Kurz: Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ne yên qebûlkirinê ne

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz got, "Li Tirkiyeyê mirovên xwedî fikrên cuda yên siyasî ne, zext û zordarî li wan tê kirin. Lewma cihê Tirkiyeyê li nava Yekîtiya Ewropayê nîne."

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz bersiv da pirsên xwendevanên rojnameya "Heute". Yek ji xwendevanan pirseke wiha li Kurz kir: "Gelo Tirkiye di nava 10 salên bê de dikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê?"

Di bersiva xwe de Kurz rexneyên tund li desthilatdariya Erdogan kir.

Kurz gotina xwe anî ser wê yekê ku Tirkiye teqez di nava 10 salan de nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û got, "Ez ê ji vê re bêjim na û ji bo vê bixebitim."

'BÛYERÊN LI TIRKIYEYÊ DIQEWIMIN NE YÊN QEBÛLKIRINÊ NE'

Serokwezîrê Awûstûryayê anî ziman ku Tirkiye gav bi gav ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve û got, "Li Tirkiyeyê rojnamevan û mirovên xwedî nêrîna siyasî ya cuda tên şopandin. Zext li mirovan tê kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Cihê vê yekê li Ewropayê nîne."