Salih Gedo: YPG’ê planên li dijî Rojava vala derxistin

Salih Gedo: YPG’ê planên li dijî Rojava vala derxistin

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo anî ziman ku, hêzên YPG’ê bi berxwedana ku nîşan dan planên dagirkirina herêmên Rojava vala derxistin. Gedo her wiha ji hemû aliyan daxwaz kir ku li hember êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo ku yek ji endamên Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê ENKS’ê ye û yekem rêveberên ENKS’ê ye ku êrîşên çekdarî li dijî Rojava şermezar dike û ji hemû aliyan daxwaz kir ku, li hember êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.

‘YPG’Ê ÊRÎŞÊN DAGIRKERÎ YÊN LI DIJÎ ROJAVA VALA DERXISTIYE’

Sekreterê Partiya Çep Salih Gedo der barê êrîşên dawî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Gedo de hate gotin ku, hêzên YPG’ê bi bersivdayîna êrîşan efsaneya lehengiyê di dîroka Rojavayê Kurdistanê de nivîsîne. Gedo aşkera kir ku, hêzên YPG’ê bi berxwedana xwe re planên dagirkerî ku li dijî herêmên Rojava pêk tên vala derxistine û berxwedaneke bê hempa nîşan dane.

Gedo di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, ew matmayî dimîne ku heta niha tu hêzan li dijî êrîşan helwesta xwe nîşan nedane.

Gedo destnîşan kir ku, gelek alî li dijî yekîtiya gelê Kurd tevdigerin û di nava hewldanan dene ku yekîtiya kurdan binpê bikin. Gedo bang li hemû aliyan kir ku, vegerin mala kurdî û li dijî êrîşên hêzên tarî helwesta xwe nîşan bidin.