Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibata 2025'an de eşkere kir, Kongreya 12'emîn a Awarte di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî.
Kongre li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemwextî hate lidarxistin û endamên Desteya Rêveber a PKK'ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê, Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên konseyê, endamên Konseya Leşkerî ya HPG'ê, endamên Koordînasyona KJK û PAJK'ê jî di nav de 232 delege beşdar bûn.
Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê û Sirri Sureyya Onder hate daliqandin ku beriya çend rojan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, dîwana kongreyê hate hilbijartin. Endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan û Xalîde Engîzek, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît û endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Bi hilbijartina dîwana kongreyê re nirxandina rojevên kongreyê destpê kir.
DÛRAN KALKAN: EV NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ve hate kirin. Kalkan di şexsê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û Sirri Sureyya Onder de bi bîranîna şehîdên şoreşê hemûyan dest bi axaftina xwe û anî ziman ku fesixkirina PKK'ê 'Ne dawî ye, lê destpêkek nû ye'. Dûran Kalkan got, "Bêguman ev kongreya me ji kongreyên din cuda ye bêguman. Ji hin aliyan ve mirov dikare bişibîne kongreya destpêkê. Kongreyeke welê ye ku ji aliyê dîrokî ve PKK'ê bi dawî dike û dîrokê li şûna wê dide rûniştandin. Bêguman ev dawî nîne, bi encamkirineke bi vî rengî re tê xwestin, pêşî li pêngavên nû bê vekirin. Tê xwestin, derfet û firsend ji pêngavên nû re bê dayin."
'PKK BÛ BIRÊXISTINKIRINA XETA APOYÎ'
Dûran Kalkan anî ziman ku rêxistiniya destpêkê ya PKK'ê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û piştre bi navê 'Apocî', 'Şoreşgerên Kurdistanê', 'Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê' hatin naskirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi dewamî got, "Di dawiya sala 1978'an de pêwîstî pê dît ku weke partî xwe bi rêxistin bike û navê 'Partiya Karkerên Kurdistanê' bi vî rengî ava bû. Yanî destpêkê weke PKK ava nebû. Beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn. Lê belê PKK bêguman bû rêxistinbûyîna xeta Apoyî. Bû xwedî wê cewherê û hewl da hişmendiya wê bi pêş ve bibe. Milîtaniya Apoyî, milîtaniya PKK'ê li ser van esasan bi pêş ket."
KONGRYA DESTPÊKÊN NÛ...
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Ev kongre dişibe kongreya yekemîn. Lê çawa?" û bi vî rengî dewam kir: "Li wê derê ji bo destpêkeke nû îradeyeke mezin hebû, li vir jî li ser bingeha bidawîkirina dîrokî ya wê destpêkê îradeyeke mezin heye. Lê belê ev bidawîkirin qedandin nîne. PKK ji damezrandinê û vir bi rengekî hîn bi îdîa û xurtir, ji bo pêşî li pêngav û avabûnên nû veke, ji bo zemîna vê yekê biafirîne vê dawîkirinê pêk tîne."
'PKK'Ê KURDÎTIYA LI BER MIRINÊ BÛ JI NÛ VE ZINDÎ KIR'
Piştî xwendina rapora polîtîk a ji perspektîfên Rêber Apo yên li ser kongreyê hatibû amadekirin, rapora Komîteya Navendî ya PKK'ê hate xwendin. Di rapora polîtîk de pêvajoya siyasî-leşkerî hate nirxandin, hate destnîşankirin ku PKK'ê mohra xwe li 50 salên dawî yên Kurdistanê xist, Kurdîtiya li ber tinebûnê bû jinûve zindî kir.
Di raporê de hate gotin, "PKK ji bo dîroka Kurd bû mîladeke nû, li Kurdistanê jî bû vejîna Kurdîtiya azad a nû. Li ser vê bingehê li Kurdistanê jiyana azad û civaka neteweya demokratîk hate afirandin." Raporê bi vî rengî dewam kir: "Bi Kongreya Yekemîn re avabûna fermî ya partiyê destwerdaneke radîkal a li dîroka tinebûna neteweyî bû, biryar û ragihandin destpêka dîroka azadiyê ya nû bû. Kongreya me ya 12'emîn jî tê wateya bidawîkirina demekê ya bi PKK'ê re hate meşandin û pêşîvekirina li destpêkirina demeke nû ya dîroka azadiyê."
'JI BO PÊŞÎVEKIRINA LI STRATEJIYÊN NÛ...'
Di raporê de hate destnîşankirin ku kongreya damezrîner bi esasî bangek bû ku xîtabî gelê Kurd dikir û hate ragihandin ku kongreya 12'emîn destpêkirina têkoşîneke nû ya ji bo rizgariya gelan û hemû bindestan ji xwe re kiriye armanc. Di dewama raporê de hate gotin, "Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê, rawestandina karên bi navê PKK'ê têne meşandin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya weke stratejiya bingehîn tê wê wateyê ku ji bo azadiya Kurdan û têkoşîna civaka demokratîk li her qadê pêşî li stratejiyên nû û rêxistiniyê veke."
'DEMA HERÎ PÎROZ A DÎROKA KURDISTANÊ'
Di rapora Komîteya Rêveber a PKK'ê de hate gotin, "Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê di tevgera azadiyê ya şoreşger de dawîkirineke mutleq nîne, berevajî vê yekê destpêkeke nû ye. Tevgera Apoyî dema bi navê PKK'ê tê meşandin bi dawî dike, PKK'ê li şûna wê ya dîrokî dide rûniştandin û ji bo pêşî li serdemeke nû ya ji bo xwe veke, demeke bi vî rengî dide destpêkirin." Raporê bi vî rengî dewam kir, "PKK'ê serdema herî bi heybet û pîroz a dîroka Kurdistanê afirandiye. PKK'yîbûyîn bû navê lehengî, wêrekî û fedakariya Kurd. Li ser bingeha azadiya jinê jiyan û hebûna Kurdên azad temsîl dike. Jinûve afirandina heqîqeta Kurd a li se xeta Apoyî ye. Li Kurdistanê rûmet, şeref, dilsozî, wêrekî, fedakarî, piştevanî û parvekirina li ser xeta fedaîtiyê bi PKK'ê re ji nû ve bû xwedî wate. Tevgera Apoyî bi navê PKK'ê ev hemû afirand û niha jî bi kongreya xwe ya 12'emîn re vê heqîqetê li cihê hreî bi şeref ê dîroka Kurdistanê dide rûniştandin. Van hemûyan jî bi îrade û biryara xwe, ji bo di civaka demokratîk û jiyana azad de bi pêş ve bibe, dike. PKK wê di dîroka Kurdistanê de her tim weke tevgera azadî û lehengiyê ya rasteqîn bê bîranîn û bijî."
BIRYAR BI YEKDENGIYÊ HATIN WERGIRTIN
Piştî nirxandinên pêvajoya siyasî-leşkerî, rojeva serdema têkoşîna nû hate nirxandin. Di kongreyê de ku sê rojan dewam kir, nirxandinên pir alî, nîqaş û tespît hatin kirin. Li ser pêşnûme biryarên 'Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê, Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Avakirina Civaka Demokratîk' ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ve hate amadekirin, yek bi yek nîqaş hate kirin û biryar li ser hate dayin. Di kongreyê de ku nîqaşên gelekî berfireh û zirav hatin kirin, pêşnûme biryar hemû bi yekdengî hatin qebûlkirin.
'BI ŞERTÊ KU JI ALIYÊ RÊBER APO VE BÊ BIRÊVEBIRIN Û MEŞANDIN'
Di kongreyê de pêşnûme biryara ku herî zêde nîqaş li ser hate kirin û raya giştî li bendê bû, 'Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê' bû ku fesixkirina PKK'ê ji xwe re dikir armanc. Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh biryar hate wergirtin ku "Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bê rêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesixkirin, rêbaza têkoşîna çekdarî bê bidawîkirin û karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû bêne bidawîkirin."
Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye' bi dawî bû. Hate ragihandin ku encamên kongreyê ku li du qadên cuda hemwextî hate lidarxistin, piştî ku bûn yek wê bi raya giştî re bêne eşkerekirin.