Sala 2018'an zêdeyî 4.300 Xiristiyan hatin kuştin

Li gorî rêxistineke civakî ya sivîl, sala 2018'an li gelemperiya cîhanê zêdeyî 4.300 Xiristiyan ji ber baweriya xwe hatin kuştin ku piraniya wan li Nîjeryayê hatin kuştin.

Rêxistina protestan a bi navê "Portes oûvertes" li ser 50 welatên ku li wan deveran zexteke giran li Xiristiyanan hate kirin weşand.

Sala 2018'an, rêjeya Xiristiyanên ji ber baweriya xwe hatin kuştin, 40 ji sedî zêde bû. Hejmara Xiristiyanên ji ber vê yekê sala 2017'an hatin kuştin 3066 bû. Sala 2018'an 4.305 kes hatin kuştin.

90 ji sedî yê van Xiristiyanan, yanî 3.731 ji wan li Nîjeryayê hatin kuştin. Sala 2017'an 2.000 Xiristiyan li Nîjeryayê hatibûn kuştin.

Rêxistina civakî ya sivîl Portes Oûvertes diyar kir, Xiristiyanên li Nîjeryayê ji du aliyan ve dibin hedefa êrîşan û ragihand, Boko Haram û sewalkarên ji gelê Pollerê gefê li Xiristiyanan dixwin.

Li gorî heman rêxistinê, li gelemperiya cîhanê li 245 milyon Xiristiyanan zilm hate kirin. Ev yek jî tê wateya 1 ji 9 Xiristiyanan.

Her wiha dêrên bûn hedefa êrîşan par bi du qatî zêde bû û ji 793'an bû 1847. Hejmara Xiristiyanên girtî jî ji 1905'an gihîşt 3150 kesî.