Sadir buroyên xwe yên li Iraqê digire

Muyqtada El Sadir, biryar da ku wê ji bo salekê buroyên xwe yên li Iraqê bigirin.

Lîderê Şiî yên Ereb û Lîderê Tevgera Sadir Mûqtada El Sadir ê demê dawî bû hedefa êrîşan, biryar da ku ji bo salekê wê li gelemperiya welat buroyên xwe bigirin.

Hefteya borî li dijî mala kurê  berdevkê Muqtada El Sadir Cafer Mûsevî yê li Necdfê bi SÎHA’ê hate hedefkirin. Berdevkê Qesra Selman Sefa Temîmî ragihand ku duh li Bexdayê hinek kesên bi çek hewl dan li dijî kurê Berdevkê Sadir Cafer Mûsevî sûîkastekê bikin.

Sadir li gelemperiya welat biyara girtina buroyên xwe da.

Her wiha bê biryargeha komên biçek ên Qesra Selman a yekbûyên Heşdî Şebî ya girêdayî Sadire jî bê girtin.