Hilberîna petrolê Başûrê Iraqê ziwa dike

Başûrê Iraqê di dema herî giran a ziwatiyê de ye. Hilberîna petrolê û şîrketên Rojavayî ji ziwatiyê berpirsyar têne dîtin.

Başûrê Iraqê qada herî mezin a petrolê ya vî welatî ye. Di heman demê de herêmeke welê ye ku aboriya çandiniyê jî lê xurt e. Lê belê piştî ku Rûsyayê dest bi dagirkirina Ûkraynayê kir, buhayê petrolê zêde bû, lewma li vê herêmê jî hilberîna petrolê zêde bû. Ji ber vê zêdebûnê jî qirêjiyeke mezin li vê qadê rû da. Tê gotin, ev qirêjî yek ji sedemên ziwatiyê ye.

Li gorî pisporên navneteweyî, ziwatiya li başûrê Iraqê di halê hazir de bûye sedem ku bi hezaran mirov koç bikin. Di lîsteya Neteweyên Yekbûyî de ya li ser welatên ji ber krîza avhewayê di rewşeke metirsîdar de ne, Iraq yek ji wan welatan e. Li Iraqê qadên avê yên ku welat xwedî dikin, veguherîne qenalên ji heriyê.

Li herêmê, pîşesaziya petrolê jî gelekî avê bi kar tîne. Li bîrên petrolê ku ji aliyê şîrketên rojavayî ve têne xebitandin, ji bo hilberîna her varîlek petrolê divê sê varîl av bê bikaranîn. Bi zêdebûna hilberîna petrolê re rêjeya avê ya ji bo çandiniyê tê veqetandin gelekî kêm bûye.

Şîrketa Îtalyayî Enî ku ji sala 2009'an û vir ve li Iraqê kar dike, ji bo avê ji qada petrolê re bi kar bîne, bendaveke biçûk çêkiriye. Ev bendav nahêle ku av bigihêje qadên çandiniyê.

Navendeke din a petrolê ku ji aliyê BP û ExxonMobîl ve tê bikaranîn, ji sedî 25 ê ava herêmê bi kar tînin.

Şîrketên petrolê îdîa dikin ku ew ava şîrîn bi kar nînin, lê belê ji dîmenên peykê xuya dike ku li navendên petrolê ava şîrîn tê bikaranîn.

CEO'yê Qamar Energy ku şîrketeke şêwirmendiyê ya serbixwe ye û nivîskarê rapora 2018'an a li ser pêdiviya avê ya Iraqê Robert Mills got, "Bi giştî çarçoveya enjeksiyona ava pêwîst ne gelekî zêde ye, lê belê li herêmên ku pirsgirêka avê lê heye, dikare bibe sedema pirsgirêkên cidî." Robert Mills got, "Li Basrayê ku pirsgirêka giran a avê heye, şîrketên petrolê weke prensîb divê alternatîfa ava şîrîn bibînin."

Li Erebistana Siûdî ku xwedî sêyemîn rezervên petrolê yên herî mezin ên cîhanê ye, ji bo enjeksiyonê avê ji deryayê werdigire.

Iraqê heta sala 2019'an di nava deh salan de hilberîna petrola xav bi du qatî zêde kir. Piştî ku Rûsyayê êrîş bir ser Ûkraynayê hilberîna petrolê hîn bêhtir zêde dibe. Wê salê firotina petrola Iraqê ji bo Ewropayê bi rêjeya ji sedî 40'î zêde bû.