Xelatên Îbrahîm Ehmed hatin dayîn
Xelatên Zêrîn ên Bile yên ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve hatin organîzekirin, bi merasîmekê dan Şehîd Şervan, Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mazlum Abdî û mamosteya Kurd Zara Muhammedî ya ji Rojhilat û Amedsporê.
Xelatên Zêrîn ên Bile yên ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve hatin organîzekirin, bi merasîmekê dan Şehîd Şervan, Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mazlum Abdî û mamosteya Kurd Zara Muhammedî ya ji Rojhilat û Amedsporê.
Xelatên Zêrîn ên Bile ku bi armanca bîranîna Îbrahîm Ehmed her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên dayîn, îsal jî bi merasîmekê li Telarî Huner a li Silêmaniyê gihîştin xwediyên xwe. Di merasîmê de ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek kesên navdar beşdar bûn.
Xelatên Zêrîn yên Bile dan Şervan Kobanê yek ji 9 kesên ku di 15’yê Adarê 2023’yan de di qezaya helîkopterê de li bajarokê Çemankê yê girêdayî bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê şehîd ketibû, bû. Şervan Kobanê yek ji fermandarên yekîneyên Antî-Terorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ku 5 sal ceza lê hat birîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Amedsporê.
Mazlûm Ebdî bi peyameke vîdyoyî beşdarî merasîma xelatan bû. Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Ez lêborînê dixwazim ku min nekarî îro li wir bim. Ez spasiya wan dikim ku ez û Şehîd Şervan Kobanê hêjayî vê xelatê dîtine. Şervan Kobanê jî mîna Îbrahîm Ehmed ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn kir û şehîd bû. Min şansê naskirina Îbrahîm Ehmed di temenekî biçûk de hebû û ez gelek tiştan ji wî fêr bûm. Ber bi dawiya salên 90’î me gelek tişt jê hînn bû û me ji bo yekîtiya Kurdan xebitî. Îro em her wiha konferansa xwe li Rojava lidar dixin. Ez bawer dikim ku ev konferans dê bibe wesîleya kongreya neteweyî ya Kurd.”
Xelat li ser navê Mazlûm Ebdî ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ve ji Endamê Dîwana Serkirdayetiay YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed hat wergirtin.