BI DÎMEN

Werzişvanê Kurd Cûmalî Arslan li Ewropayê ji serkeftinê têr nabe

Werzişvanê Kurd Cûmalî Arslan li Ewropayê di gelek pêşbirkan de bû yekemîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Komeleya Atletîzmê ya Berlînê (BLV) ji bo standardên şampiyoniya Berlîn-Brandenbûrgê û şampiyoniya navneteweyî bi cih bînin , pêşbirkên bazdan û meşa yekem organîze kir . Di pêşbirka mezin a 'Meşa Rê' ya ku îsal piştî salên 2021-2023'an hat lidarxistin de 15 werzişkvan hatin pêşberî hev. Werzişvanê Kurd Cûmalî Arslan jî di nav werzişvanan de cihê xwe girt.

Cûmalî Arslan di pêşbirka 20 kîlometre ya ku li bajarê Nancy ê Fransayê hat lidarxistin de bû yekemîn, madalyaya zêrîn girt û di pêşbirka 35 kîlometre ya li Zittauya Elmanyayê de bû duyemîn zîv girt. Her wiha di pêşbirka 5 kîlometre ya ku li bajarê Erfurt ê Elmanyayê hat lidarxistin de madalyaya zêrîn û di meşa li Berlînê de jî madalyaya zîv bi dest xist.

Cûmalî Arslan pêşbirka 'Meşa Rê' ya 10 kîlometre di 42 deqîqe û 50 saniyeyan de temam kir û got, "Min nûnertiya gelê Kurd kir. Min serkeftina xwe ji berxwedana Kurdan girt. Ez serketina xwe diyarî gelê Kurd û Kurdistanê dikim. "