Pêlên germê her sal dibin sedema mirina 150 hezar kesî

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanîngeha Monash a Awûstralyayê ve hatiye kirin, pêlên germê yên ku di mehên herî germ ên salê de tên jiyîn, her sal  li seranserê cîhanê dibe sedema mirina zêdetirî 150 hezar kesî.

Di lêkolînê de, pêlên germê yên di navbera 1990 û 2019’an de her sal rê li ber mirina 153,078  kesî vedike. Ev yek ji her deh milyon mirovî 236 mirin, an jî li seranserê cîhanê ye ji sedî 1’ê ye.

Piraniya mirinan li Asyayê qewimîne, lê li Ewropayê  ji her deh milyon kesî 655 ke dimirin û ev jî rêjeya herî zêde ya mirinan e.

Di asta neteweyî de, Yewnanistan, Malta û Îtalya wekî welatên ku herî zêde mirinên ji ber germahiyê, derdikevin pêş.

Lêkolîner destnîşan dikin ku ji ber avhewaya hişk û herêmên dahata wan kêm e, mirin zêde dibe.