Guterres: Pevçûna Îsraîl û Lubnanê wê bibe karesateke mezin!

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyar kir ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de heke “pevçûnek berfireh a topyekûn wê rê li ber karesateke mezin” veke.

 


Antonio Guterres di Foruma Aborî ya Cîhanê ya ku li bajarê Davos ê li Çiyayên Alpê ya Swîsreyê hat lidarxistin de axivî û banga "agirbesta mirovî ya lezgîn" ji bo Xezeyê dubare kir.

Şerê ku piştî êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê di 7ê cotmehê de dest pê kir, di roja 103’emîn de didome. Li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê her roj di navbera artêşa Îsraîlê û hevalbenda Hemasê Hizbullah de pevçûn derdikevin.

Guterres got, "Eger niha li Lubnanê metirsiya rasteqîn a pevçûnê derkeve holê dê tam karesatek be. Divê em bi her awayî xwe ji vê yekê dûr bixin."

Serhildêrên Hûsî yên Yemenê jî ji dema ku şer di 7ê cotmehê de dest pê kir, li Deryaya Sor êrîşî keştiyên ku ew difikirin girêdayî Îsraîlê ne, dikin.

Şefê Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîgirtina li kaosê dîsa piştgirî da fikra agirbesteke mirovî.

Guterres got, "Tişta ku me li Behra Sor dît, nîşan dide ku ev têrê nake. Rewşa mirovî ya li Xezeyê gelekî girîng e. Avakirina agirbesta mirovî gelekî girîng e."

Guterres banga avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê dubare kir û ev tişt anî ziman: "Ez bawer dikim ku rewşa heyî nîşan dide ku çareseriya du dewletî di çareseriya vê pirsgirêkê de amûrek bingehîn e."