Di 2023’yan de pêla koçberiyê ya ber bi YE’yê ve zêde bû

Ajansa Çavdêriya Sînor a Ewropayê Frontex diyar kir ku di sala 2023’yan de li gorî sala borî hejmara hatinên neqanûnî yên nava Yekîtiya Ewropayê (YE)  ji sedî 17 zêde bûye.

Li gorî Frontexê, pêla koçberiyê di sala 2023’yan de ji sala 2016'an û vir ve gihîştiye asta herî bilind.

Frontex ku navenda wê li Varşovayê ye, ragihand ku hejmara têketinên ku di sala 2023’yan de hatine qeydkirin derketiye 380 hezarî û ji sedî 41 jê li ser Deryaya Spî ya Navîn pêk hatiye.

Frontex ku çavdêriya sînorên derve yên YE’yê dike, di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku hejmarên sala borî “di sê salên dawîn de meyla ber bi domdariyê ve” piştrast dikin.

Hat diyarkirin ku di sala 2023’yan de du rêyên ku herî zêde koçberan bi kar anîn yek jê Balkanên Rojava (ji sedî 26) û Behra Spî ya Rojhilat (ji sedî 16) in.

Frontexê got, “Par zêdetirî 100 hezar Sûriyeyî derbasbûnên neqanûnî pêk anîne ku ev hejmara di nav hemû neteweyan de ya herî zêde ye û da zanîn ku piştî Sûriyeyiyan, Gîneyî û Afganî tên."

Li gorî daxuyaniya nivîskî, "Ev sê neteweyên sereke ji hemû tespîtan ji sêyan yek zêdetir.”

Nêzîkî ji sedî 10 têketinên nerêkûpêk jin in û hema hema bi qasî wan jî yên biçûk in.