OXFAM’ê bertek nîşanî dewlemendtirbûna milyarderan da

Beriya vekirina Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF), OXFAM'ê raporek weşand û bal kişand ser zêdebûna newekheviya cîhanî.

OXFAM’ê, berî civîna salane ya WEF li Davosê (GR) bal kişand ser newekheviyan. Li gorî OXFAM’ê ji sala 2020’an vir ve dewlemendiya pênc dewlemendên cîhanê ji 405 milyar dolarî bûye 869 milyar dolar. Ev jî tê wateya ku her serê satekê 14 milyon dolar qezenc dikin.

DEWLEMEND DEWLEMENDTIR BÛN, FEQÎR FEQÎRTIR BÛN

Hemû sermiyana milyarderan bi saya bilindbûna senedên şîrketên navneteweyî 3 hezar û 300 milyar dolar zêde bû.

OXFAM’ê di rapora xwe de diyar dike ku di heman heyamê de serwet û dahata giştî ya pênc milyar mirovên li cîhanê kêm bûye.

Rêxistina navneteweyî bi kurtî wiha dibêje: “Heqdestên karkeran ji enflasyonê kêmtir e û ev jî zexta li ser karkeran zêde dike. Bi dûrketina ji bacê, arîzîkirina dewletê, germbûna kurewî roleke girîng dilîze û newekheviya şîrketên mezin her ku diçe befireh dibe.”

DEWLEMEND Û YEKÎTIYA BERJEWENDIYÊN SIYASÎ

Civîna WEF’ê wê zêdetirî 800 serokên karsaz û 60 serokên siyasî di konferans û civînên nefermî de li seranserê hefteyê li hev kom bibin.

OXFAM di vir de bertek nîşanî tevliheviya berjewendiyên takekesî û cemaweriyê dide. Oxfam dibêje, "Şirket û xwediyên wan ên dewlemend bi şerê bacê yê domdar û pir bi bandor newekheviyê didomînin." 

Li gorî OXFAM’ê, ji sala 1980’ê û vir ve li welatên OECD’ê ji nîvî zêdetir bacan kêm kirine, heta sala 2022’yan daxistine ji sedî 23,1.

Solidar Suisse, rêxistineke sivîl a Swîsreyî ku di warê yekitiya pêşkeftinê û alîkariya mirovahî de dixebite, roja Duşemê daxuyaniyek çapameniyê weşand. Solidar Suisse bang li hukûmetan kir ku tevdîran bigirin da ku pêşî li zêdebûna newekheviya di navbera ultra-dewlemend û civakên mayî de bigirin.

Li gorî rêxistinê, “Ev newekheviyên civakî civakan xira dikin, demokrasiyê têk dibe, cudakariya zayendî û nijadî xurt dike û guherîna avhewayê vediguherînin kerasetê.”

Li ser vê yekê ku ferqa mezin a di navbera dewlemend û xizan de her ku diçe berfireh dibe. OXFAM difikire ku xizaniya gerdûnî dê 230 salên din ji holê ranebe.

JI BO BIQASÎ CEO QEZENC BIKIN DIVÊ HEZAR Û 200 SALAN BIXEBITIN

Di raporê de tê gotin, newekheviyên heyî beşek ji komkirina hêzê di destê wan kesan de ye ku ji nû ve dabeşkirina dewlemendiyê di nav karker û civakê de zêdetir dixwazin berjewendiyan ji bo xwe zêde bikin.

OXFAM texmîn dike ku  jinek di sektora tenduristî û lênihêrîna civakî de bixebite ji bo biqasî CEO yên şîrketên herî dewlemend qezenc bike divê hezar û 200 salan bixebite.