AfD a bi neo-Naziyan re hevdîtin kir hat protestokirin

Li Hambûrgê li dijî civîna neo-nazîst û endamên AfD’ê ya li Potsdamê çalakî hate lidarxistin.

Di civîna li Potsdamê de li ser dersînorkirina bi milyonan koçberên ku pasaportên wan ên Elmanî hebin jî axivîn. Hat diyarkirin ku 4 endamên AfD’ê ku hin ji wan endamên payebilind in, di nav wan da neo-nazîstê Awûstûryayî Martin Sellner jî heye, di meha Mijdarê de bi rastgirên tundrew re beşdarî hevdîtinan bûne. Hate diyarkirin ku herî kêm endamekî CDU û endam yekîtiya nirxên muhafazakar ên tundrew ku ne endamên CDU’yê bû lê ji mêj ve bi wê re girêdayî ye jî amade bû. Li gorî lêkolîna tora Correctivê, li oteleke Brandenburgê piştî desthilatê têxin destê xwe bi milyonan koçber û hemwelatiyên Elman ên ku bi tundrewên rastgir re li hev nekin, bê çawa ji Elmanyayê bên dersînorkirin nîqaş kirin.

Ji bo protestokirina vê yekê danê êvarê derdora 2000 kes li ber navenda AfD’ê ya Hamburgê li hev civiyan. Tifaqeke berfireh a kom, komele û partiyan pêk tê banga mîtîngê kir. Di afîşan de gotinên wekî "Kî dengê xwe dide AfD’ê nefretê hildibijêre. Kî nefretê hildibijêre mirovan dikuje" an jî "Li şûna qehweyî, rengînî” hatin vekirin.

Polîsan ketina buroya AfD'ê girt.