Çînê gef li Taywanê xwar: Em ê hewlên serxwebûnê bişkînin!

Wezareta Parastinê ya Çînê beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên li Taywanê, gefa ew ê hewldanên serxwebûnê “bişkînin” lê xwar.

Berdevkê Wezareta Parastinê Zhang Xiaogang di daxuyaniyekê de gef xwar û got, "Artêşa Rizgariya Gelê Çînê her tim di hişyariya bilind de ye û di hewldaneke 'serxwebûna Taywanê’ de wê hemû tevdîrên pêwîst ên ji bo şikandina hewldanê bigire.”

Berdevk, Partiya Demokrat a Pêşverû ya desthilatdar a Taywanê bi kirîna çekan ji Dewletên Yekbûyî re giravê "berbi şert û mercên şer ên xeternak" dikişîne, tawanbar kir.

Taywan a ku wek modela demokrasiyê li Asyayê tê dîtin, bi nifûsa xwe ya 23 milyonî, tenê 180 kîlometre dûrî peravên Çînê ye. Çîn, Taywanê wekî yek ji eyaletên xwe dibîne ku dikare bi hêzê bi xwe ve girê bide bibîne.

Taywan, yek ji hilberînerê sereke yê cihanê ye, di heman demê de aktoreke girîng a aborî ye. Hilbijartinên ku dê roja Şemiyê bêne kirin ji hêla Pekînê, Washington û piyasayê ve ji nêz ve têne şopandin.

Pekîn di nava hefteyê de zexta dîplomatîk û leşkerî li ser giravê zêde kir. Li gorî Wezareta Parastinê ya Taywanê roja Pêncşemê pênc balonên din ên Çînî ji xeta navîn ya ku Taywan ji Çînê vediqetîne derbas kirin û 10 balafir û şeş keştiyên şer jî tespît kirine.