HRW: Sala 2023’yan ji bo mafên mirovan bû saleke tirsnak

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya salane de diyar kir ku sala 2023’yan ji Xezeyê heya Ûkraynayê û heya Sûdanê li tevahiya cîhanê ji bo mafê mirovan bû saleke pir xirab.

HRW’ê li 100 welatî lêkolîn kir û raporek ku ji 700 rûpelan pêk tê, amade kir. Raporê behsa "êşên mezin" yên ku ji ber şerên di navbera Îsraîl û Hamasê, her du generalên hevrik yên li Sûdanê de û pevçûnên li Ûkrayna, Bûrma, Etiyopya û Sahelê dike.

Di raporê de tê gotin ku di sala 2023'yan de ji ber şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de gelekî sivîl hatin hedefgirtin û kuştin.

ÎSRAÎL SÛCÊ ŞER DIKE Û SIVÎLAN BIRÇÎ DIHÊLE

Rapor hem Hamasê ji ber êrîşên wê yên erjeng ên 7’ê Cotmehê yên li ser Îsraîlê û hem jî hêzên Îsraîlî ji ber êrîşên wê yên li dijî gelê Xezeyê bi ‘sûcê şer’ tawanbar dike.

Seroka HRW Tîrana Hassan di raporê de diyar kir ku li Xezeyê, girîngtirîn sûc, yanî hemû sivîl bi komî tên cezakirin, û anî ziman ku ev yek jî sûcê şer e û Îsraîl gelê Xezeyê birçî dihêle.

LI SÛDANÊ MAFÊN SIVÎLAN BI AWAYEKÎ KOMÎ HATIN BINPÊKIRIN

Her wiha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bertekên xwe nîşanî "binpêkirinên bikomî" yên mafên sivîlan yên li Sûdanê ji aliyê her du generalên hevrik, Abdûl Fettah el Bûrhan û Muhammed Hamdan Daglo ve tên kirin, da û ev yek şermezar kir. Her wiha bêcezabûna bûyerên ku ev 20 salên dawîyê ne li Sûdanê tên dubarekirin jî hatin şermezarkirin. 

ERJENGTIRÎN SALA DÎROKÊ Û TESÎRÊN WÊ YÊN RÛXÎNER

HRW ji xeynî şer û pevçûnên çekdarî, balê dikşîne li ser tesîrên rûxîner yên guherîna avhewayê yên sala 2023’yan jî.

HÊRS Û DÎPLOMASIYA BAZIRGANIYÊ YA HIKÛMETAN

Li gorî raporê Sala 2023’yan ne tenê ji bo binpêkirina mafên mirovan û zulmên şer, lê ji aliyê hêrs û dîplomasiya tîcarî ya hikûmetanve jî  saleke tirsnak bû.

HELWESTA ROJAVA YA DURÛ 

Seroka HRW’ê Tîrana Hassan ev rewşa hikûmetên Rojava weke “durûtiyê” pênase kir.

Hassan di raporê de bertekên nîşanî vê durûtiya Rojavayiyan da û ev yek anî ziman: ‘’Çi di asta neteweyî û çi  asta navneteweyî de be, hikûmet bes ji bo parastina berjewendiyên xwe, binpêkirina mafên mirovan paşguh dikin.’’

Rapor bi taybetî rexneyên xwe li Yekîtiya Ewropayê dike, ku helwesta welatên YE’yê ya têkçûyî ya bi cîranên xwe yên başûr re ya di mijara koçberan de şermezar dike.

Seroka HRW'ê her wiha bal kişand li ser mijara berteknîşandana welatan ya şerê Hamas û Îsraîlê û der barê vê yekê de got ku  êrîşên Hemasê yên di 7’ê Cotmehê de ji aliyê gelek welatan ve, bi lez hate şermezarkirin lê belê bi taybet bertekên DYE û YE’ yê yên li hember bombebaranên Îsraîlê yên li ser gelê Xezeyê dualîbûna van welatan nîşanî me dide.

Bi heman awayî di raporê şermezarnekirina "xurtkirina zextan" yên li Çînê nemaze yên li Sîncan û Tîbetê hate rexnekirin.

PERGALA MAFÊ MIROVAN DI BIN XETEREYÊ DE YE

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bi vê raporê, sîstemeke navneteweyî ya mafên mirovan ya ku "di bin xetereyê" de ye, lê ‘’hê têk neçûyî’’ nîşanî me dide. 

Tîrana Hassan bi taybetî bal kişand biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya girtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û got: "Me dît ku sazî dikarin ji bo berxwedanê hin birayaran bigirin."

Tîrana Hassan got: "Pergala mafên mirovan hê li wir e. Tekane tişta ku kêm e, biryardarî, hevgirtin û vîna siyasî ya dewletan e ku ew vê pergalê saz dikin  û li ser mafên mirovan dixebitin."  Hassanê anî ziman ku di sala 2024’an de ji DYA’yê heya Rûsyayê wê beşeke mezin ji nifûsa cîhanbiçin ser sindoqan û hêwce ye bi dengdanê ya baştir bê kirin.