Ekvador ji ber tundiya têkildarî hişbirê derbasî ‘Rewşa Şer’ bû

Li Ekvadorê derheqê têkoşîna bi tundiya çeteyên sûcê û bazirganiya hişbirê ku li pey tundiya ku li wir pêk tê Serokê Dewletê Danîel Noboa daxuyand ku welat ketiye “Rewşa Şer”.

Di bûyerên ku ji roja duşemê ve heta niha didome herî kêm 14 kes jiyana xwe ji dest dan, bi sedan leşker li kuçeyên paytext Quîtoyê digerin û gel jî ji ber tirsa tundiyê ji malê dernakevin.

Noboa got, “Em di rewşa şer de ne û nabe teslîmî van komên terorîst bibin” û diyar kir ku welat di nav “şerê navxweyî ya çekdarî” de ye. 

Noboa ragihand ku li seranserê welêt  Rewşa Awarte îlan kirine. Piştî serhildan û revên ji girtîgehên ku bûne navendên operasyonê yên bazirganiya hişbirê Noboa soz da ku ew ê tevdîrên tund bigirin 

Reva serçete Adolfo Macîasê bi nasnavê "Fîto" û serhildanên li gelek girtîgehan bû sedema bertekên li dijî Serokkomarê ku bi soza ewlehiya welêt hatibû hilbijartin.

Noboa diyar kir ku ew ji bo aştiya neteweyî têdikoşin, li dijî "komên terorîst" ên ku ji 20 hezarî zêdetir endamên wan hene jî têdikoşin.

Di dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, Brezîlya, Kolombiya, Şîlî û Venezuela tundûtûjiyê şermezar kirin, Qesra Spî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî amade ye ku tevdîrên berbiçav bigire lê ew ê piştgiriyeke leşkerî nede.

Di dema ku civaka navneteweyî rewşa Ekvadorê ji nêz ve dişopîne, operasyonên hêzên ewlehiyê yên li dijî çeteyan û tevdîrên hişk rastî rexneyan tên.

Hêzên ewlekarî yên Ekvadorê ji roja Yekşemê ve dîmenên operasyonên ku girtî tevî bincilkan li erdê dirêjkirîne yên li hin girtîgehên kişandine weşandin.

Demekê Ekvador mîna bihuşta aştiyê dihat nasîn. Piştî ku cîranên wê Perû û Kolombiyayê bûn navenda hilberandina hişbirê, bûyerên tundiyê dest pê kir.

Kuştinên di navbera 2018 û 2023’yan de ji sedî 800 zêde bûne û serê 100 hezar kesî ji şeşan derket 46’an. Di sala 2023’yan de 7 hezar û 800 cînayet hatine qeydkirin û 220 ton hişbir hatiye desteserkirin.