Li Elmanyayê cotkar û makînîst di grevê de ne

Greva cotkaran a li Elmanyayê di roja sêyemîn de didome. Greva makînîstan a ku vê sibehê dest pê kir, bandoreke neyînî li gîhaniya welat kir. Tê gotin dibe ku di pîşesaziya balafiran de jî grev çêbibe.

Çalakiya ku di 8'ê Çileyê de ji aliyê cotkaran ve seranserê Elmanyayê hatibû destpêkirin didome. Greva xebatkarên rêya trênê yên Elmanyayê danê vê sibehê saet di 02:00 de dabûn destpêkirin bandora xwe nîşan da. Ji ber grevê seferên nav bajaran rawestiyan.

Cotkarên ku li dijî polîtîkaya teserûfê ya hikûmeta Elman ya girtina desteka bacê ya li ser berhemên mazotê û wesayîtan ên çandiniyê ne, di 8'ê Çile de dest bi grevê kirin û li seranserê welat bi traktor û kamyonan rê û rêyên sereke yên bajêr girtin. Di çarçoveya grevê de ku tê payîn hefteyekê bidome, cotkarên li eyaletên cuda yên welat bi traktorên xwe çalakî li dar xistin.

Li bajarên Flensburg, Rendsburg û Lubeck ên eyaleta Schleswig-Holstein a li bakurê welat cotkaran bi traktorên xwe rê girtin. Ji ber bibandorbûna greva cotkaran, li Flensburgê danê nîvro trafîka wesayîtan  hilweşiya. Li gorî nûçeya NDR ya Elmanyayê, li bajar dem bi dem nêzî 2 hezar traktor derketin ser rêyan û ji navenda bajar heta otobanê trafîk asê bû. Hat diyarkirin ku konvoya traktoran a di trafîkê de carinan dirêjiya nêzî 15-20 kîlometreyan dibû û polîsan berê hin traktoran diguherandin.

Ji aliyê din ve îro polîsên navçeya Rendsburg-Eckernforde bi biryarnameyeke giştî xwepêşandan qedexe kir. Hat ragihandin ku polîsan ji nîvê şevê ve li qada tunelê konvo  jî di nav de her cure civîn qedexe kirin.

Li eyaleta Sachsenê navenda protestoyan Theaterplatz a paytext Dresdenê bû. Bi hezaran cotkar û alîgirên wan li Dresdenê li dijî polîtîkayên teserûfê yên hikûmeta federal xwepêşandan kirin. Li gorî Yekîtiya Cotkarên Dewletê ji bo çalakiyê nêzî 4 hezar traktor ji herêmên derdorê hatine Dresdenê.

Serê sibê derdora 570 traktor ji bo mîtîngekê çûn Plauenê. Wesayît bi konvoyên cihêreng li ser rêyên sereke bi hejmara 92 û 173’an û otobana Plauen-Ost, heta navenda bajêr meşiyan.
Navnîşanek din a greva cotkaran Kassel bû. Cotkarên bi traktorên xwe îro li Kassel û derdora wê, betalkirina mazota çandiniyê û baca wesayîtan protestokirin. Ji ber grevê cotkaran li ser rêyên Wabern, Fuldabruck, Kaufungen, Vellmar, Wolfhagen û Hofgeismar li trafîkê stengî çêbû. Li navenda bajar, Frankfurter Straße û Steinweg ên di navbera Funffensterstraße û Altmarkt de ji ber konvoya traktoran hatin girtin.

GDL, ZÊDEKIRINA HEQDEST û SERERASTKIRINA SAETÊN XEBATÊ DAXWAZ DIKE

Sendîkaya Makînîstan ku nûnertiya xebatkarên rêyên trênê yên li Elmanyayê dike, ji îro pê ve dest bi greva 3 rojan kir. Greva ku roja Çarşemê saet di 02.00’an de bi daxwaza sererastkirina mûçe û saetên kar dest pê kir, wê heta saet 18.00’ê roja Înê bidome.
Greva Sendîkaya Makînîstan GDL wê sê rojan bandorek mezin li ser trênên bilez û trênên herêmî yên li seranserê welat bike.

Piştî ku Dadgeha Kar a Eyaleta Hessenê ya Frankfurtê serlêdana Deutsche Bahn (DB) ya ji bo biryara grevê ya demî ya li dijî grevê red kir, biryara grevê ya GDL yekser dest pê kir. Li aliyê din xebatkarên DB Cargo yên di sektora barkêşan de ji êvara Sêşemê ve di grevê de ne.

GELO BALAFIRGEH DI DORÊ DE YE?

Greva din a ku di rojeva welat de ye, grevên muhtemel ên di sektora veguhestina balafiran de ye. Danûstandinên mûçeyê di navbera sendîkaya Verdî û Lufthansayê de dê di 18’ê Çileya 2024’an de dest pê bikin. Ger di navbera herdu aliyan de lihevkirin çênebe, îhtîmala grevê di rojevê de ye.
Sendîkaya Verdî ku kabîn û personelên bejayî yên Lufthansa girêdayî wê ne, ji Lufthansa daxwaz dike ku ji ber kêmbûna cihên kar û zêdekirina barê karmendan mûçeyan zêde bike.
Sendîkaya Verdî ji bo 25 hezar xebatkaran ji sedî 12.5 zêdekirina mûçeyê û bi vê re ji hilgirên alê heqdestê vardiyayê û 3,000 Euro bonusa verastkirina enflasyonê daxwaz dike. Bi vî awayî, mûçeyên mehane divê ji sedî 12,5 an jî her kesek herî kêm 500 euro zêde bibe. Sendîka daxwaz dike ku ji sedî 3,6 ê mûçeya bingehîn a karmendan mûçeyek nû ya mehane were dayîn û her sal bi lez were zêdekirin.