Fas, di hilbijartinên serokatiya Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de bi ser ket

Omar Znîberê ku li Cenevreyê Nûnerê Daîmî ya NY’ê ya Fasê ye, di encama dengdayînên veşartî ji bo sala 2024’an weke Serokê Konseya Mafên Mirovan hat bijartin. 

Balyozê Fasî, reqîbê xwe Balyoz Mxolîsî Nkosiyê ku ji Efrîkaya Başûr e li pey xwe hişt, 30 dengên 40 endamên konseyê stend û di hilbijartinê de bi ser ket.

Omer Znîber ku dîplomatekî xwedî tecrûbe ye, ji sala 2018’ an vir ve wekî nûnerê daîmî yê Fasê li Cenevreyê dixebite.

Ev serkeftin ji ber ku koma Efrîkayê li ser navekî li hev nekirin pêk hat.

Wezareta Karên Derve ya Fasê kêfxweşiya xwe nîşan da û  tevî dijberiya Cezayîr û Efrîkaya Başûr bal kişand ser piştgiriya xurt a gelek welatan.
Omer Znîber soz da ku dê ji bo pêşvebirin û parastina mafên mirovan bixebite, diyaloga di navbera baweriyan, parastina derdorê, têkoşîna li dijî nefreta nijadî, mafên koçberan û dijwariyên ku ji hêla teknolojiyên nû ve tên dê weke pêşgiriyan bibîne.

Lêbelê, ev hilbijartin di demeke hevpar de, tê wê wateyê ku hem saziyên sivîl ên Fasê û hem jî yên navneteweyî endîşeyên xwe li ser rewşa mafên mirovan bînin ziman.

Rêxistinên saziyên sîvîl li hember zordetiyên ku rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan dikin hedef, car caran bi sûcdarkirinên dadî yên naverokên zayendî yan jî zordestiyên ku bi rêya çavdêriya dîjîtal tên sepandin bertek nîşan dan. 

Hikûmeta Fasê bi taybetî bi karanîna nivîsbariya casûsî ya Pegasûsê ji bo têlefonên medya û kesayetên siyasî yên Fasê û biyanî tê sûcdarkirin.

Muxalif balê dikişînin ser domandina cudakariya li dijî jin û kêmaran