Elmanya wê jinûve çekan bifroşe Erebistana Siûdî 

Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku wê firotina fuzeyên ji bo Erebistana Siûdî pesend kiriye û ambargoya demdirêj a li ser hinardekirina çekan ji bo Riyadê rakiriye.

Berdevkê Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz di daxuyaniya çapemeniyê de piştrast kir ku ji bo radestkirina fuzeyên Irîs-T heta dawiya sala 2023’yan erênî nêzîk bûne. Kovara Spîegelê ev agahî derxistibû.

Berlîn piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi di dawiya sala 2018’an de firotina çekan ji bo Riyadê rawestandibû.

Berdevk Steffen Hebestreit di civîna çapemeniyê ya asayî de got, ”Ez dikarim vê nûçeyê piştrast bikim.”

Destûra ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Federal ve hatiye dayîn, têkildarî firotina 150 fuzeyên rênîşander ên “ji hewayê davêjin hewayê” ye. Ev fuze bi armanca îmhakirina hedefeke hewayî ji balafirekê tê avêtin.

Ev biryar, ji destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê re heta niha     di çarçoveya krîza ewlekarî ya li Rojhilata Navîn doktrîna nû ya Berlînê ya li dijî Riyadê piştrast dike.

Wezîrê Derve yê Elmanyayê roja Yekşemê di serdana xwe ya Îsraîlê de jî ragihandibû ku Elmanya wê êdî li dijî firotina balafirên Eurofighter ji bo Erebistana Siûdî dernekeve. Firotina van balafirên ku Berlînê ev çend sal ib asteng dikir, di çarçoveya peymaneke ku ji aliyê Îngilistanê ve hatibû muzakerekirin.

Elmanya di çarçoveya ambargoya sala 2018’an de hinardekirina rasterast a leşkerî ya ji bo Erebistana Siûdî rawestandibû. Lê belê bi Fransa, Îngilistan, Îtalya û Spanyayê re di nava projeya Eurofighterê de ye, bi hevalbendên xwe re weke perçeyek pêkhaetya bernameya hevpar a çekan dikare firotina wê asteng bike.

Ji bo ravekirina vê paş gav avêtinê, hikûmetê îdia kir ku Riyad di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de helwestek "çêker" nîşan daye, tevkariyek "biryar" ji ewlehiya Îsraîlê re kiriye û xetereya pevçûnek herêmî sînordar kiriye.