Rûsyayê li Lenîngradê S-400 danî

Federasyona Rûsyayê pergala berevaniya moşekan S-400 li herêma Lenîngradê, ya li bakurêrojhilatê welêt danî.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê got, ''S-400 pergala herî modern  a berevaniya hewayî, bi mebesta berevaniya li cihên leşkerî, rêveberî û siyasî li herêma Lenîngradê, bi pozîsyona şer hatine danîn.''

Hate ragihndin, ev moşek piştî ku li herêma Astrakhanê hatine hilberandin 2 hezar kîlometre li bakur, li Lenîngradê hatin bicihkirin.

Li gorî Înterfaxê planazî ew e ku S-400 ji 15'ê Adarê û wir ve li nêzî Kaîngradê werin danîn.

Pergala S-400 ku menzîka wê 400 kîlometre ye, bi rengê moşikşikîn û pergala berevaniya hewayî ya herî nûjen tê zanîn.

Ev moşek beriya firotibûn Hindîstanê, firotina wê ji bo Tirkiyê ji li cem hevalbendên Rojavayî yên bin banê NATO'yê rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Nexasim Washîngtonê gelek caran li ser meseleya S-400'î dengê xwe li Tirkiyê kiribû.