Rûsyayê li dora Kîevê dest bi danîna yekîneyê xwe kir
Ûkraynayê ragihand ku Artêşa Rûsyayê ji hewayê yekîneyên paraşûtê li nêzî Kîevê danîne.
Ûkraynayê ragihand ku Artêşa Rûsyayê ji hewayê yekîneyên paraşûtê li nêzî Kîevê danîne.
Li gor daxuyaniya Rêberê Ûkraynayê Zelensky, leşkerên Rûsyayê li baregeha esmanî ya Gostomelê ya ku 30 kîlometre dûrî paytextê ye, ji hewayê yekîneyên paraşûtê li nêzî Kîevê danîne
Hat ragihandin ku li herêmê gelek yekîneyên paraşûtê yên Rûsyayê hatine danîn û dem bi dem bi artêşa Ûkraynayê re şer û pevçûn rû didin.
Her wiha hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê li hin noqteyên nêzî paytext Kîevê jî ji hewayê yekîneyên paraşûtê danîne.
LI KÎEVÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE
Hikûmeta Ûkraynayê ragihand ku ji bo ewlehiya xelkê li paytext Kîevê biryara qedexeya derketina derve daye.
Hikûmeta Ûkraynayê diyar kir ku ev biryar ji bo ewlekariya rûniştvanên paytextê gavek pêwîst e, hikûmeta Ûkraynayê anî ziman ku di dema qedexeya derketina derve de wê xizmeta çûyîn û hatinê tunebe. Di heman demê de hat diyarkirin ku îstasyonên metroyê dê 24 saetan wek stargeh bin û bang li gelê Kîevê hat kirin ku di wextê xwe de vegerin malên xwe.
Her wiha hat diyarkirin ku di dema qedexeya derketina derve de welatî bi taybetî xebatkarên şîrketên binesaziya krîtîk ger hewce bike ku derkevin bajêr divê belgeyên nasnameyê xwe li gel xwe bigrin.