Rûsyayê li baregeha Ûkraynayê ya li ser sînorê Polonyayê xist

Rûsyayê ragihand ku bi fuzeyan li baregehek leşkerî ya li Lvîvê xistiye, ku li ser sînorê Polonyayê ye. Hate ragihandin ku li baregehê, leşkerên biyanî jî hebûn.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Ûkraynayî, bi heyşt fuzeyan li baregeha leşkerî ya li nêzî Lvîvê hate xistin.

Waliyê leşkerî yê herêmê Maxîm Kozîtskiy û Şaredar diyar kirin ku 9 kes mirine, 57 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li baregeha leşkerî ya bi 20 kîlometreyî dûrî sînorê Polonyayê, leşkerên biyanî jî hebûn. Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Oleksiy Rerznîkov got, "Rûsyayê êrişî Navenda Parastina Ewlekarî û Aştiyê ya Navneteweyî kir. Li wê derê perwerdekarên biyanî dixebitîn."

DORPÊÇA LI SER KÎEVÊ TENG DIBE

Di vê navberê de hêzên Rûs dorpêça li ser Kîevê teng dikin. Li gorî Serokatiya Fermandariya Giştî ya Ûkraynayê, yekîneyên Rûs gihîştine taxên derdora Kîevê û eniya parastinê ya li rojava û bakur tasfiye kirine û hewl didin bajêr bloke bikin.

Rayedarên Ûkraynayî leşkerên Rûs sûcdar dikin ku roja Şemiyê li nêzî Kîevê di korîdoreke mirovî de yek jê zarok 7 sivîl qetil kirin.

LI HARKÎVÊ HÊZÊN RÛS BI PÊŞ VE DIÇIN

Hêzên Rûs li rojhilatê welêt jî hewl didin hêzên Ûkraynayê dorpêç bikikn. Li bakur jî ber bi Harkîvê, li başÛr jî ber bi Marîûpolê bi pêş ve diçin. Wezîrê Parastinê yê Îngiliz li ser Twîtterê peyamek weşand û got, "Hêzên Rûs ên ji Qirimê bi pêş ve diçin, li rojava ji bo xwe bigihînin Odesayê, hewl dide Mykolaîvê derbas bikin."

NÊZÎ 13 HEZAR KES HATIN VEGUHASTIN

Şerê li dijî Ûkraynayê di 24'ê Sibatê de dest pê kir. Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy roja Yekşemê peyamek bi dîmen weşand û diyar kir ku 12 hezar û 729 kes ji korîdorên mirovî hatine veguhastin.

1300 LEŞKERÊN ÛKRAYNAYÎ MIRIN

Zelenskiy ragihand ku ji 24'ê Sibatê û vir ve derdora 1300 leşkerên Ûkraynayî hatine kuştin. Li gorî Zelenskiy ji artêşa Rûs jî derdora 12 hezar kes mirine. Rûsyayê bîlançoya herî dawî 2'ê Adarê eşkere kir û diyar kir ku 498 leşkerên Rûs hatine kuştin.

BI SEDAN SIVÎL HATIN KUŞTIN

Li gorî bîlançoyeke Neteweyên Yekbûyî herî kêm 579 sivîl mirin. Tê gotin, hejmara rastî dibe ku zêdetir be. Tê gotin, li bajarê Marîûpolê ku bajarekî bendergehê yê li başûr rojhilat e gelek windahî hatine dayin. Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê diyar kir ku li vî bajarî 1582 sivîl hatine kuştin û bi rengekî komî hatine veşartin.

DANÛSTANDIN

Li gel şer her wiha danûstandinên herdu aliyan dewam dikin. Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy roja Şemiyê diyar kir ku ew ji ber nêzîkatiya 'cuda' ya Moskowayê ya di danûstandinan de kêfxweş e. Li gorî Zelenskiy Rûsya êdî ne tenê 'ûltîmatomê dide'. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn roja Înê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di hevdîtinan de pêşketin heye.