Rûsyayê Herson bi dest xist

Di roja 8'an a dagirkeriya Rûsyayê de ya li ser Ukraynayê rayedarên Ukraynî piştrast kirin ku bajarê mezin ê li başûr Herson ketiye destê Rûsyayê.

Beriya ku dora duyan a muzakereyan ya di navbeyna Ukraynî û Rûsan de dest pê bike û li ser agirbestê biaxivin, hate gotin Herson ketiye.

Şaredar Igor Kolîhayev bêyî ku navê hêzên Rûs bide, got bi ''vexwendiyên çekdar re'' li avahiya şaredariyê axiviye.

KolÎhayev di ser rûpela Facebookê de got, ''Çekên me nebûn û em ne êrîşkar bûn. Me nîşan da ku armanca me ew bû em ewlehiya bajêr bi cih bînin û heq ji encamên dagirkirinê derkevin.''

Şefê îdarî yê herêmê Guennadî Lahuta li ser Telegramê di daxuyaniyê de got hêzên Rûs li tevaiya taxê ne û 'pir taloke' ne.