Rûsya wê li Arktîkayê  hêzên xwe yên leşkerî zêde bike

Wezîrê Parasttinê yê Rûsya Sergey Şoygû ragihand ku wê salên bê li Arktîkayê hejmara leşkerên xwe zêde bike.

Rûsya herêma Arktîka weke stratejiyek girîng dibîne. Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygû daxuyaniyek da û ragihand ku wê Rûsya li girava Wrangel û Srednî ya xaka wan a Arktîka û herêma Shmîdt leşkerên xwe zêde bike.

Şoygû diyar kir ku wê li herêmên navborî bingehên pêwîst ên radarên parastina hewa û nuqteyên fermandariyên hewayê di sala 2019’an de bi dawî bikin.

Şoygû diyar kir ku binesaziya baregehên leşkerî yên Rûs ên li Arktîka bi dawî bûne û got ku li bakurê Mûrmansktê jî herêma hewayî ya leşkerî jî bidawî kirine.