Rûsya û Çînê pêşnûmeya danekirina li ser Sûriyeyê veto kirin

Pêşnûmeya ku danekirinê li ser rêveberiya Sûriyeyê ferz dike, di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin.

Endamên din ên timî yên KENY Brîtanya, DYA û Fransayê, bi hinceta ku rejîma Sûriyeyê çeka kîmyewî bi kar aniye, pêşnûmeya danekirinê xistin rojevê.

Rûsya û Komara Gel a Çînê, ku beriya niha dabûn xuyakirin, ew ê pêşnûmeyê veto bikin, biryara veto dan û li ber danekirinê rabûn.

Bi vê pêşnûmeyê re dihat xwestin, ji hin aliyan ve ambargoya çekan û qedexekirina ger û geştê ya welatiyên Sûriyeyê dihat ferzkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Brîtanya û Fransa dibêjin, rejîma Beşar Esad di şerê Sûriyeyê de çeka kîmyewî bi kar aniye. Rûsya li dijî vê îdîayê derdikeve.