Rûsya: Me 5 ‘sabotajkarên’ ji Ûkraynayê hatibûn kuştin

Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan 5 ‘sabotajkarên’ ku derbasê axên Rûsyayê bûn kuştine.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsî, artêşa Rûsyayê ragihand, "Di şer de 5 endamên komeke sabotajkar û sîxurên ku sînorê Rûsyayê binpê kiribûn, hatin berterefkirin."

Artêşa Rûsyayê diyar kir ku bûyer li herêma Rostovê ya ku hezar kîlometre li başûrê Moskovayê ye qewimî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Du wesayîtên şer ên peyayî yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, ji bo koma sabotajkarr ji sînorên Ûkraynayê derxînin, ji Ûkraynayê ketin nava axa (Rûsyayê).

Artêşa Rûsyayê diyar kir ku di şer de ti ziyanên canî yên wan çênebûye.

Di daxuyaniyeke din a Rûsyayê de ku di nava rojê de hat dayîn, hat ragihandin ku yekîneya topxaneyê ya Ûkraynayê avahiyeke biçûk a hêzên parêzvanên sînor ên li herêma Rostovê rûxandiye. Lêbelê, Ukrayna ev îdîa red kir.

Rûsya û Ûkrayna bi hefteyan hevdu bi hewldanên sabotajê yên ji bo destpêkirina şer sûcdar dikin. Rêxsitnên îstîxbaratê yên rojavayî jî dibêjin ku Rûsya dikare hincetan çêbike.

Rûsya niha bi komkirina 150,000 leşkeran li ser sînorên cîranên Ukraynayê tê tawanbar kirin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar dike ku her kêlî dikare êrîşeke dagirkeriyê bide destpêkirin.