Rûsya li ser sînorê Ukrayna û Qirimê tetbîqata leşkerî da destpêkirin

Piştî ku DYE'yê bi hezaran leşker tevgerand Rûsya li nêzî sînorê Ukrayna û Qirimê tetbîqat da destpekirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Rûs ku ji başûrê Rûsya berpirs e, hate gotin hêzên ezmanî, pergalên berevaniya ezmanî û fîloyên Deryayareş û Hezarê tevlî tetbîqatê bûn.

60 balafir tevlî tetbîqata hêzen ezmanî dibin, tetbîqat bi taybet li Qirimê ye, ku sala 2014'an ji Ukrayna qut bû û bi ser Rûsyayê ve hate girêdan.

Her wiha ligelek baregehên li başûrê Rûsyayê ji bo haziriya rewşa şer 6 hezar leşker tevlî tetbîqatan dibin.

Piştî ku DYE'yê bi sedema krîza Ukraynayê bi hezaran leşker kirin alarmê ev tetbîqat çêbû. Rûsya dibêje DYE ji bo ku 'rageşiyê zêde bike' ev biryar daye.

Pentagonê ragihandibû 8 hezar û 500 leşkerên Emerîkî kirine alarmê.