Rûsya ji gelek aliyan ve dest bi tetbîqata leşkerî dike

Artêşa Rûsyayê, di demekê de ku aloziya bi hêzên rojavayî re zêde bûye, ragihand ku wê li Atlantîk, Arktîka, Pasîfîk û Derya Spî tetbîqatên leşkerî bike.

Di demekê de ku ji ber krîza Ûkraynayê fikar li ser rûdana "şer' tê kirin, Rûsyayê ragihand ku wê li gelek herêman dest bi tetbîqatê leşkerî bike.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûs, Wezareta Parastinê got, "Bi giştî wê zêdeyî 140 keştiyên şer, keştiyên piştgiriyê, zêdeyî 60 balafir, 1.000 alavên leşkerî û 10.000 personelên leşkerî wê tevlî bibin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo "parastina berjewendiyên neteweyî yên Rûsyayê" û "Rabûna li ber gefên leşkerî yên ji deryayî û okyanûsê bê" tetbîqat bên kirin.