Rûhanî li dijî mûxafazakaran bal kişand ser referandûmê

Di demekê de ku aloziya navbera DYE û Îranê zêde bûye, di navbera lîderê rûhanî yê Îranê Hamaney û Serokkomar Rûhanî de nakokî zêde dibin.

Di demekê de ku aloziya navbera DYE û Îranê zêde dibe, nakokiyên navbera lîderê rûhanî yê Îranê Seyît Alî Hamaney û Serokkomarê reformxwaz Hasan Rûhanî û tîma wî de eşkere dibin. Nakokiya sereke ya navbera her du aliyan, têkiliyên bi DYE û Ewropayê re ne. Rûhanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi DYE'yê re alîgirê danûstandin û hevdîtinan e, lê Hamaney di daxuyaniyên xwe yên heta niha de ji bo van hevdîtinan got, 'Ji bo Îranê jehr e' û li dij derket.

Serokkomarê Îranê Rûhanî doh li paytext Tehranê bi ciwan û xwendekaran re rûnişt û pirsgirêkên li Îranê nirxand. Hasan Rûhanî ji ciwanan xwest ku hîn bi rengekî çalak tevbigerin.

Hasan Rûhanî anî ziman, ji bo Îran karibe bi pêş bikeve pêwîstî bi hemfikirbûnê heye û got, "Bila kes nebêje, em diçin ser sindoqan, deng didin lê pirsgirêk çareser nabe. Rast e pirsgirêk rû bi rû çareser nabin, lê belê di her gavê de em dikarin pêngavên nû pêk bînin. Divê em sûdê ji derfetên destûra bingehîn werbigirin."

Rûhanî diyar kir, "Di destûra bingehîn de gelek derfet hene û li gorî xala 59'an, di meseleyên çandî, siyaseta derve û civakê de nêrînên cuda hebin, hingî dikarin pêşkêşî referandûmê bikin. Li gorî vê pîvanê, parlamenter dikarin mijarên fikrên cuda li ser hene pêşkêşî dengdana gel bikin."

Serokkomarê Îranê 11'ê Sibata 2018'an li Tehranê di merasîma salvegera şoreşê de gotibû, li ser mijarên li welêt ên hemfikir li ser nîne, referandûm dikare bê kirin. Lê belê mûxafazakaran nerazîbûneke tund nîşanî wî dabûn.