Rûhanî ji Trûmp re got: Bi teriya şêr nelîzin

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, serokê DYA’yê Donald Trûmp hişyar kir û got, şerekî gengaz ê li Îranê wê ji her şerî girantir be.

Li gorî nûçeyeke di çapemeniya Îranê de cih girtî, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, bang li serokê DYA’yê Trûmp kir ku dest ji polîtîkayên li dijî Îranê berde.

Rûhanî hişyar kir ku şerekî li Îranê biqewime, wê  ji her şerî girantir be.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna’yê Rûhanî li pêşberî dîplomatên Îranê axivî û got, "Birêz Trûmp, bi teriya şêr nelîzin, ev ji poşmaniyan wêdetir bi kêrî tiştekî nayê." 

Roja Şemiyê jî lîderî olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xameney, nerazîbûn raber kiribû û gotibû, piştî ku Trûmp ji hevpeymana nukleeerî ya 2015’an vekişiyayî, tu nirxê soz û axaftinên DYA’yê nemaye.