Rûhanî: Şertên îro ne li gorî muzakereyê ye

Serokkomarê Îranê ya ku meyla wî bi ser muzakereyan e, diyar kir ku şertên îro ne li gorî muzakereyê ye.

Aloziya di navbera DYE û Îranê bandorê li ser siyaseta navxweyî ya Îranê û welatên herêmê dike. Serokkomarê Îranê ya ku meyla wî bi ser muzakereyan e, diyar dike ku şertên îro ne li gorî muzakereyê ye. Pêşêngên Şîa yên li Iraqê jî diyar dikin ku di şer de herî zêde wê Iraq biêşe.

Aloziya di navbera DYE û Îranê zêde dibe. Ev alozî rê li ber vî tiştî vedike ku di navbera aliyên mûhafazakar û reformîst de jî nakokî çêbibin.

Serekê rûhanî yê Îranê yê ku pêşengiyê ji eniya mûhafazakaran re dike, Seyîd Alî Hamaney li dijî muzakereya bi DYE’yê re derketibû û diyar dikir ku ev jehr e. Serokkomar Hasan Rûhanî jî diyar dike ku ew alîgirê muzakere û dîplomasiyê ye lê şertên heyî ji bo muzakereyê ne guncav in.

Rûhanî duh bi pêşengên olî yên Şîayê re civiya û got ku “Dijmin her dem dixwest Îran vê aloziyê bide destpêkirin lê me nedikir. Hinekên ji nav me dixwestin em ji peymana nukleer derkevin lê berxwedana li ser vî zemînî gelekî dijwar bû. Hgeke em ji peymana nukleer derketina, wê raya giştî ya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî zext li me bikirina.”

Rûhanî diyar kir ku ew alîgirê muzakere û dîplomasiyê ye lê di van şertan de ew muzakereyan qebûl nake.

Rûhanî diyar kir ku ji ber şertên ew tê de ne gel ditengije û ev hemû tişt eleqeya xwe bi hikumetê re tune. Rûhanî got ku “Pêdiviya me bi mekanîzmayeke nû ya biryaran heye. Di dema şerê Îran û Iraqê de konseyek hatibû avakirin û nemû raye di destê vê mekanîzmayê de bû. Ji ber ku em di şerekî ekonomîk de ne, îro jî rayeyên wisa ji me re hewce ne.”

PEYMANA PETROLÊ YA DI NAVBERA IRAQ Û DYE’YÊ HATE TALOQKIRIN

Di navbera Iraq û şîrketa petrolê ya bi navê Exxon Mobîlê ya DYE’yê de wê li ser petrolê peymanek bihata îmzekirin lê ji ber krîzê lihevkirin û peymana li ser petrolê hate taloqkirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samîr Gabdan diyar kir ku vê peymana 53 milyar dolar taloqî dîrokeke nediyar hatiye kirin.

Ji ber aloziya di navbera DYE û Îranê pêşengên Şîî yên li Iraqê bi daxuyaniyan fikarên xwe diyar dikin.

Serekê Tevgera Sadr, Mûkteda El Sadr diyar kiribû ku heke di navbera DYE û Îranê şer derbikeve wê ev şer dawiya Iraqê bîne. Piştî Sadr avakarê Haşdî Şabî û Serokê Koalîsyona Fetîhê Hadî Amîrî jî diyar kiribû ku şerê di navbera Îran û DYE’yê wê bibe têkçûna hemû kesan û ji herdu aliyan xwestibûn ku Iraqê nexin nav vî şerî.