Roja dawî ya hilbijartina PE'yê: Hilbijêrên 21 welatan deng didin

Hilbijartinên Parlamenta Ewropayê ku 23'ê Gulanê li Brîtanyayê û Hollandayê dest pê kirin, wê bi giranî îro pêk werin.

Ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamenta Ewropayê (PE), dengdana destpêkê roja Pêncşemê li Brîtanya û Hollandayê pêk hatibû.

Hilbijêr wê îro jî li Fransa, Elmanya, Yewnanîstan, Portekîz, Spanya, Îtalya, Bûlgarîstan, Romanya, Macarîstan, Polonya, Awûstûrya, Xirvatîstan, Slovenya, Lîtvanya, Estonya, Fînlandiya, Swêd, Danîmarka, Belçîka, Qibris û Luksembûrgê dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de benda hilbijartinê ya herî bilind 5 ji sedî ye. Elmanya jî di nav de li gelek welatan benda hilbijartinê nîne.

Li Yekîtiya Ewropayê ku ji 28 welatan pêk tê û nifûsa xwe 508 milyon mirov e, 427 milyon hilbijêrên xwe hene. Ji ber biryara Brîtanyayê ya ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexit), sala 2014'an biryar hatibû dayin ku Parlamenta Ewropayê ya ku ji 751 kursiyan pêk tê hejmara kursiyên wê dakeve 705 kursiyan. Bi saya vê yekê 27 kursiyên zêde wê di navbera 14 welatan de bên parvekirin ku di serî de Fransa, Spanya û Îtalya tên. Lê belê ji ber ku Brexit hîn zelal nebûye, Brîtanya Mezin tevlî vê hilbijartinê jî bû. Parlamenterên li Brîtanyayê bên hilbijartin, heta ku Brexit pêk hat wê li Parlamenta Ewropayê bin.

Hejmara kursiyên ku dibe para welatên endam wiha ne:

Elmanya: 96; Fransa 74, Îtalya û Brîtanya 73; Spanya: 54; Polonya: 51; Romanya: 32; Hollanda: 26; Belçîka, Yewnanîstan, Macarîstan, Portekîz û Çekya: 21; Swêd: 20; Awûstûrya: 18;Bûlgarîstan: 17; Danîmarka, Fînlandiya û Slovakya: 13; Lîtvanya, Îrlanda û Xirvatîstan: 11; Letonya û Slovenya: 8; Qibris, Estonya, Luksembûrg û Malta 6 kursî.