Rohîngyayên ji Myanmarê reviyane, dikin ji birçînan bimirin!

Rêxistina civaka sivîl Save The Chîldren hişyarî da û diyar kir ku Rohîngyayiyên ku ji Myanmarê reviyane û hatine Bangladeşê dibe ku ji birçînan bimirin.

Ji meha Tebaxê û vir ve 410 hezar Rohîngyayî ji ber pêkutiyên li Myanmarê reviyan Bangladeşê.

Berpirsê Bangladeşê yê rêxistina Save The Chîldren, Marc Pîerce got, “Gelek mirov tî û birçî û bi halekî westiyayî tên.”

Pîerce daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got bila alîkarî û piştgirî zêdetir bibe.

Rayedarên Bangladeşê ragihand ku ew niha nêzî 100 hezar Rohîngyayiyan dixin kampan. Tê payîn ku kampeke mezin çêbibe, lê hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Beriya revê li Bangladeşê 400 hezar Rohîngyayî hebûn. Di 25’ê Tebaxê de Artêşa Rizgariyê ya Rohîngya ya Arakanê avêt ser 30 bendên polîsan û şer dest pê kir. Di van şeran de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW’ê 62 gundên Rohîngyayê hatin şewitandin.